Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 26:63 - Peymana Nû (Încîl)

63 Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

63 Lê Îsa tu tişt negot. Serokkahîn ji wî re got: «Ez te bi navê wî Xwedayê jîndar didim sondê, eger tu Kurê Xwedê Mesîh bî, ji me re bêje.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

63 Ле Иса дәнге Хԝә нәкьр. Сәрәккʼаһин диса Ԝирʼа гот: «Әз Тә бь Хԝәдейе сах дьдьмә сонде. Мәрʼа бежә, Тӧ йи Мәсиһ, Кӧрʼе Хԝәде?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

63 بله عیسی هَ وِسا به دَنگ ما. کاهینه مَزِن گُتَ وی: «اَز تَ خدایه زِندَ دِدَمَ سونده گو تِ بِژی مَ، هَگو تِ مسیحْ گوره خدایی.»

Gade chapit la Kopi




Metta 26:63
42 Referans Kwoze  

Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Lê çaxê serekêd kʼahîna û rʼûspîya davîtine Wî, Ewî qet caba kesekî neda.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Ew dîsa çû hindurʼê qesira welî û Îsarʼa got: «Tu ji kʼu yî?» Lê Îsa caba wî neda.


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!»


Hingê jê pirsîn: «Tu kʼî yî?» Îsa wanrʼa got: «Ez Ew im, Yê ku serê sêrîda werʼa dibêjim.


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Lê Ewî dengê Xwe nekir û tʼu cab neda. Serekkʼahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kurʼê Yê hêjayî şikirîyê?»


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›».


û digotinê: «Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kurʼê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»


Ewî dîsa caba kesekî neda, hʼeta welî jî şaş ma.


Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Serekkʼahîn rʼabû ser pʼîya û Wîrʼa got: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»


Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite