Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 26:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

41 Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 Һʼьшйар бьминьн у дӧа бькьн, ԝәки һун нәкʼәвьнә нава щерʼьбандьне. Бәле рʼӧһʼ рʼази йә, ле бәдән сьст ә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 شار بِمینِن و دعایا بِگَن گو نَکَونَ امتحانه دا. هَراستی رِح دِخازیت، بله بَدَن به طاقَتَ.»

Gade chapit la Kopi




Metta 26:41
34 Referans Kwoze  

Û wanrʼa got: «Hûn çima rʼadizên? Rʼabin dua bikin, ku nekʼevine nava cêrʼibandinê».


Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin,


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Cêrʼibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêrʼibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêrʼibandinê. Ewê cêrʼibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.


Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Û gava gihîşte cî, wanrʼa got: «Dua bikin, ku hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê».


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min herʼe.


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.


Hingê Îsa wanarʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û tʼevî Min hʼişyar bin».


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Û gunêd me bibaxşîne, çimkî em jî dibaxşînine hʼemû deyndarêd xwe û me nebe cêrʼibandinê».


Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite