Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 26:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 «Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 «Hûn dizanin ku piştî du rojan Cejna Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 «Һун заньн кӧ ԝе дӧ рʼожа шунда Щәжьна Дәрбазбуне бә. У Кӧрʼе Мерьв ԝе бе дайине кӧ бе хачкьрьне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 «اون دِزانِن گو دو رُژه دی، عَیدا پِسَخه تِت و گوره انسان دیه بِتَ تسلیم گِرِن گو خاچِوَ وَبیت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 26:2
17 Referans Kwoze  

Cihûda jî yê ku wê nemamîya Wî bikira ew cî zanibû, çimkî Îsa û şagirtêd Xweva gelek cara li wê derê dicivîyan.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon.


Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva,


Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê.


û wanrʼa got: «Ez gelekî hʼizreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm, ku Min tʼevî we berî cefê Xwe bixwara.


û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».


Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir.


Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite