Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 26:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, дьнйайеда кʼидәре әва Мьзгинийа бе даннасинкьрьне, ԝе кьрьна ве кʼӧлфәте жи бона биранина ԝе бе готьне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بَراستی اَز بُ وَ دِبِژِم، تواوی عالَمه دا، هَچی جیه گو خَبَرا خوشَ پادشاهیا خدا بِتَ وَعظ گِرِن، شُلا وه ژِنگه ژی بُ بیرانینا وی دیه بِتَ گُتن.»

Gade chapit la Kopi




Metta 26:13
19 Referans Kwoze  

Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».


Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta.


ku Xwe ji ber kʼirʼîna gişkava da. Ev yek rʼast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hʼemû xilaz bin.


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.


Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê.


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite