Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Gava zeʼva derengî kʼet, hʼemû jî hênijîn û xewrʼa çûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Гава зәʼва дәрәнги кʼәт, һʼәму жи һеньжин у хәԝрʼа чун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بَر خاطره هِنده گو هاتنا زاوا گَلَک کِشا، چاوه همویا گِران بو و خَورا چُن.

Gade chapit la Kopi




Metta 25:5
23 Referans Kwoze  

Û Îsa destpêkir ev mesele cimeʼtêrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî û ew bi kʼirê da rʼezvana, wextekî dirêj çû welatekî din.


Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist›


Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be,


Pey gelek wextrʼa axayê wan xulama hat û xwest heq-hʼesabê xwe tʼevî wan rʼast ke.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.


Ez werʼa dibêjim, wê destxweda heqîyê bike. Lê gava Kurʼê Mêriv bê, gelo ser dinê wê bawerîyê bibîne?»


Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn.


Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «We nikaribû ku sihʼetekê hûn tʼevî Min hʼişyar bimana?


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


lê serwaxta tʼevî çʼira rʼûn jî derdanada xwerʼa hildan.


Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye zeʼva tê! Pêşîya wîda herʼin!›


Hʼeta hingê cimeʼt hîvîya Zekerîya bû û eʼcêbmayî diman, ku ew pʼaristgehêda derengî dikʼet.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite