Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

41 «Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 Һьнге Әԝе йед мьле Хԝәйи чʼәперʼа бежә: ‹Ньфьрʼлебуйино! Дури Мьн һәрʼьн нава агьре һʼәта-һʼәтайе, кӧ бона мирещьн у мьлйакʼәтед ԝи һазьр буйә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 پاشه اَو دیه بِژیتَ اَونه گو سَر آلیه وی یه چَپِنَ: ”اَی اون اَونه گو لعنت وَ هاتیَ گِرِن، ژه مِن دور کَوِن و هَرنَ ناو آگِره اَبَدی دا گو بُ ابلیس و میلیاکَتِت وی حاضِر بویَ،

Gade chapit la Kopi




Metta 25:41
33 Referans Kwoze  

Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.


Ewê bela xwe ji wêranbûna hʼeta-hʼetayê bibînin, ji hʼizûra Xudan û rʼûmeta qewata Wî bêne avîtinê,


û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana.


Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.


Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».


Lê ewê ku dirʼî û stirîya digihîne, bêkêr e û hêjayî nifirʼê ye, axirîya wê jî şewat e.


û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana».


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!›


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Heger destê te yan nigê te, te ji rʼê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikʼevî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê hʼeta-hʼetayê.


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin neda Min, Ez tʼî bûm we av neda Min,


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite