Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

40 Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

40 Пʼадшайе жи ԝанрʼа бежә: ‹Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, һәгәр ԝә ԛәнщи жь ван хушк-бьред Мьнә йе һәри бьчʼук йәкирʼа кьр, ԝә Мьнрʼа кьр›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 ایجا پاشا دیه جیوابا واندا بِژیت: ”بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، اَو دِشدا گو وَ بُ یگ ژه وان بِرایه مِن یه همویا گوشگَتِر گِر، اصلا خودا وَ بُ مِن گِر.“

Gade chapit la Kopi




Metta 25:40
42 Referans Kwoze  

Û ewê ku tʼase ava sar jî dide yekî ji van biçʼûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê tʼu car heqê xwe unda neke».


Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê ku tʼase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn pʼara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.


Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


çimkî em endemêd bedena Wî ne.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Kʼengê me Tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem Te?›


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê! Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin!»


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite