Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

35 Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim;

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Чьмки Әз бьрʼчи бум ԝә хԝарьн да Мьн, Әз тʼи бум ԝә ав да Мьн, Әз хәриб бум ԝә Әз ԛәбул кьрьм,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 چون گو اَز بِرسی بوم، وَ رِسق دا مِن؛ اَز تِرنی بوم، وَ آو دا مِن؛ اَز غَریب بوم، وَ جی دا مِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 25:35
52 Referans Kwoze  

Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin.


Lê belê ev jî heye: «Heger dijminê te birʼçî ye, nên bidê û heger tʼî ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî tʼop dikî».


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Kʼîsikê pʼera ku cem Cihûda bû, lema hineka tʼirê, ku Îsa wîrʼa dibêje: «Tiştêd ku cejinêda merʼa lazim in bikʼirʼe», yan jî «tiştekî bide belengaza».


Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be.


Feqîrê her gav tʼevî we bin. Kʼengê hûn bixwazin, hûn dikarin qencîyê wanrʼa bikin. Lê Ezê her gav nav weda nîbim.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite