Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ахайе ԝи готеда: ‹Әʼфәрьм, хӧламе ԛәнщ у амьн! Тӧ нав тьштед һьндькида амьн майи, әзе тә дайньмә сәр гәләк тьшта. Бькʼәвә шайийа ахайе хԝә!›

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 آغایه وی گُته دا: ”آفرین، اَی خُلامه چاک و اَمین! تِ وه هِندا گِم دا اَمین بویی، بَهنده اَزه گَلَک دِشده دیتِر ژی بِسپارِمَ تَ. وَرَ و شادیا اَربابه خودا بِبَ شِریگ!“

Gade chapit la Kopi




Metta 25:21
30 Referans Kwoze  

Axayê wî gotê: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›


Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê.


Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Bona vê yekê em diceʼdînin, ku heger em bimînin yan derên, tʼenê li Wî xweş bên.


Ewêd ku rʼind berdestîyê dikin, xwerʼa dereceke bilind qazinc dikin û serbestîke mezin dest tînin bona bawerîya Mesîh Îsa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite