Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 «Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һьнге Пʼадшатийа Әʼзмана ԝе мина ве йәке бә: Дәһә ԛизед бькʼьр чʼьред хԝә һьлдан пешийа зәʼведа чун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 «له وه رُژه، پادشاهیا اَسمانی دیه بینا دَه گِجِگه باکِرَ بیت گو بَربوگ بون، اَوان چِرایِت خو راگِرِن و چُنَ پِشیا زاوا.

Gade chapit la Kopi




Metta 25:1
43 Referans Kwoze  

Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand.


Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


«Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî deʼwata kurʼê xwe kir.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.


«Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilkʼ sibehê zû rʼabû, wekî bona rʼezê tirîyêd xwe pʼala bigire.


Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê.


Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Ji tʼext birûsk û dengêd gurʼînîya eʼwr-eʼzmana derdikʼetin. Li ber tʼext hʼeft agirêd alavpêkʼetî hebûn, ku ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin.


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Ew oda em têda civîyayî bûn, gelek çʼira têda hebûn.


Meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî hʼebeke tʼoximê xerdalê hilda, nav eʼrdê xweda çand.


Hingê hʼemû bikʼir rʼabûn çʼirêd xwe saz kirin.


Awa Cihûda kʼomeke eskera û nobedara xwerʼa ji alîyê fêrisî û serekêd kʼahînada hildabû, bi fenera, agir û çʼeka hate wî cîyî.


Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite