Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 24:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 «Hingê wê we teslîm bikin, da ku êşê bi we bidin kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Һьнге ԝе ԝә бьдьнә щәфе, ԝә бькӧжьн у бона наве Мьн бәр чʼәʼве һʼәму мьләта рʼәш бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 «وه وقتیدا دیه وَ تسلیمی دُژمِنا بِگَن گو اون زَجره بِکِشِن، و دیه وَ بُگُژِن. تواوی مِلَته دُنیایه بَر خاطره ناوه مِن دیه نَفرَته وَ بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Metta 24:9
26 Referans Kwoze  

Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya.


Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.


Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.


Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.


Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne».


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin.


Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jenîyaye Min.


Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite