Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 24:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 «Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‹Kurê Mirov bi hêz û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Һьнге нишана Кӧрʼе Мерьв ԝе ль әʼзмен хӧйа бә у һʼәму мьләтед дьнйайе ԝе шине бькьн, гава бьбиньн Кӧрʼе Мерьв ль сәр әʼԝред әʼзмен бь ԛәԝат у рʼумәта мәзьн те.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 هِنگه نیشانا گوره انسان اَسمانی دا دیه دووهار بیت و تواوی طایفه سَر رویه عَردی دیه تازیه بِگِرِن، و هِنگه دیه گوره انسان بِبینِن گو بِ قُدرَت و جلال و شُکوهَگه مَزِن سَر اَورِت اَسمانی تِت.

Gade chapit la Kopi




Metta 24:30
17 Referans Kwoze  

Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›.


Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê.


Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê».


«Bêje me, ew tişt wê kʼengê biqewimin? Û berî qewimandina wan hʼemûya, çi nîşanê bibin?»


Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime.


û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be.


Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite