Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 24:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Чахе Әԝ сәр чʼийайе Зәйтʼуне рʼуньштьбу, шагьртед Ԝи тʼәне һатьнә щәм Ԝи у же пьрсин: «Бежә мә, әв тьшт ԝе кʼәнге бьԛәԝьмьн? У нишана һатьна Тә у ахьрийа ве дьнйайе ԝе чаԝа бә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 وقته عیسی سَر چییایه زَیتونه رونِشته بو، شاگِرده وی تِنِتیه دا هاتنَ لاره وی، گُتن: «بُ مَ بِژَ اَو دِشدَنَ کَنگه دیه بِقَوِمِن و نیشانا هاتنا تَ و دوماییگا وه دُنیایه چیَ؟»

Gade chapit la Kopi




Metta 24:3
23 Referans Kwoze  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi hʼukumê Xwe kʼifş kirine.


Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime.


Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyakʼetê derkʼevin xiraba ji nav qenca bibijêrin


Û ji Wî pirsîn gotinê: «Dersdar, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û çi nîşanê bibe, gava ev yek biqewimin?»


Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin


û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be.


Çimkî çawa birûsk ji rʼohilatê birq dide û hʼeta rʼoavayê xuya dibe, wê hatina Kurʼê Mêriv jî usa be.


Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Hingê şagirt tʼenê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?»


Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan dema şevê bihata, wê hʼişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira.


Hingê şagirtêd Wî hatin û gotine Wî: «Tu zanî gava fêrisîya ev xeber bihîst, dilê wan ma?»


Hingê Îsa eʼlalet hişt, hate mal. Şagirtêd Wî hatine cem Wî û gotinê: «Mesela genim û zîwanê merʼa şiroveke».


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite