Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 23:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanrʼa ‹mamosta› bêjin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 базарада сьлаве бьдьнә ԝан у мәрьв жи ԝанрʼа ‹мамоста› бежьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 و ناو بازاره دا مِرُوه دیتِر سِلاوه وان بِگَن و ”ماموستا“ بِنَ گاز گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 23:7
19 Referans Kwoze  

Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?»


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Îsa gotê: «Meryem!» Meryemê berê xwe da Wî û bi îbranî gotê: «Rʼabbonî!» ku tê feʼmkirinê: «Dersdar».


Gava wan Îsa li wî berî golê dît, jêrʼa gotin: «Dersdar, Tu kʼengê hatî vê derê?»


Ew şagirt çûne cem Yûhʼenna û jêrʼa gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî çʼemê Ûrdunê tʼevî te bû û te bona Wî şeʼdetî da, va Ew Xwexa dinixumîne û hʼemû diçine cem Wî».


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Îsa jê pirsî: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Yê kor jêrʼa got: «Dersdar, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin».


Petrûs Îsarʼa got: «Dersdar, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa».


Lê bira werʼa nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e û hûn hʼemû jî bira ne.


Niha Ez vî nisilî mîna çi bişibînim? Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarada rʼûniştî ne, gazî hevalêd xwe dikin


Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê vegerʼand û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».


Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa.


Kʼete bîra Petrûs û ewî Îsarʼa got: «Dersdar, dîna Xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku Te nifirʼ lê kir hʼişk bûye».


Hînkirina Xweda Ewî got: «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan,


Hema hingê jî Cihûda hate cem Îsa û got: «Dersdar!» û rʼamûsa.


Wey li we fêrisîya, ku hûn kʼinîştada kʼursîyêd pêşin hʼiz dikin, bazarada jî silava.


Wî wextîda şagirtêd Wî lava jê dikirin û digotinê: «Dersdar, tiştekî bixwe!»


Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê kʼê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?»


Şagirta jêrʼa got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite