Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 23:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 «Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әԝ һәр тьшти дькьн, кӧ бәр мәрьва бенә кʼьфше. Кʼиськед мәзьн ль мьл у әʼнийед хԝәва гьредьдьн у рʼишийед кʼьнщед хԝә дьреж дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 هَچی شُلا دِگَن بَر خاطره هِنده یَ گو مِرُوه دیتِر وان بِبینِن: جیه نِوِشتیه سَر مِله خو پانتِر و رِشیه عبایه خو دِرِژتِر دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Metta 23:5
20 Referans Kwoze  

Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.


Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».


Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Û va kʼulfeteke nexweş, ku donzdeh salêd wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rʼîşîyêd kʼincê Îsa kʼet.


Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite