Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 21:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

41 Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wisa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 Готьнә Ԝи: «Ԝе ԛьрʼа ԝан нәһәԛа бинә у рʼәз бьдә рʼәзванед ӧса, йед кӧ ԝе ԝәхтда бәре рʼәзе ԝи бьдьне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 اَوان جیواب دان: «دیه وان مِرُوه شُل پیس و به رَحم همویا بَین بِبَت و رَزی دیه کِره بِدَتَ باغچَوانه دیتِر گو پِشگا اِرمیشه وی وقته خودا بِدَنه.»

Gade chapit la Kopi




Metta 21:41
38 Referans Kwoze  

Gava ew miqabilî wî rʼabûn û ew bêhurmet kirin, ewî kʼincê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herʼime cem necihûya».


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin».


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin.


Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.


Bavê Poplîyo tʼayêda bi zikêşîyê nexweş pʼaldayî bû. Pawlos çû cem wî, dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir.


Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.


Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».


Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem rʼezvana, wekî ji berê rʼezê wî jêrʼa bînin.


Lê gava xweyê rʼez bê, wê çi serê wan rʼezvana bike?»


Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite