Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 21:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Ньһа жь ван һәр дӧ кӧрʼа кʼижани гӧрʼа баве хԝә кьр?» Ԝана готә Ԝи: «Йе мәзьн». Иса жи готә ԝан: «Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, кӧ хәрщгьр у чʼәʼвдәр ԝе бәри ԝә бькʼәвьнә Пʼадшатийа Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 کیشگه وان دو گورا اِرادا بابه خو اینا جی؟» اَوان جیواب دان: «یه اَوِلی.» عیسی گُتَ وان: «بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، باجگِر و فاحِشَ پِش وَدا دیه بِچِنَ ناو پادشاهیا خدا.

Gade chapit la Kopi




Metta 21:31
26 Referans Kwoze  

Gava tʼemamîya cimeʼtê, usa jî xercgira ev yek bihîst, tʼivdîra Xwedê rʼast hʼesab kirin, çimkî bi nixumandina Yûhʼenna hatibûne nixumandinê.


Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne.


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.


Bi vî awayî yêd paş wê bibine pêş û yêd pêş wê bibine paş».


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Û wî jêrʼa got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî hʼişk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm,


Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger hûn venegerʼin û nebine mîna zarʼoka, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî.


Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin?


Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‹Belê, ezê herʼim bavo›, lê neçû.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hʼeta ku meriv ji avê û Rʼuhʼ nebe, ew nikare bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite