Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 20:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

28 Çawa ku Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 чаԝа кӧ Кӧрʼе Мерьв нәһатийә кӧ жерʼа бәрдәстийе бькьн, ле ԝәки Әԝ Хԝәха бәрдәстийе бькә у әʼмьре Хԝә бьдә, кӧ гәләка бькʼьрʼә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 هَ وِسا گو گوره انسان ژی نَهات گو خِذمَتا وی بِتَ گِرِن، بَلگو هات گو خِذمَته بِگَت و جانه خو بَدَلا آزادیا گَلَکا بِدَت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 20:28
35 Referans Kwoze  

usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


ku Xwe ji ber kʼirʼîna gişkava da. Ev yek rʼast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hʼemû xilaz bin.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Rʼast e Ew Kurʼê Xwedê bû, lê dîsa bi wan cefayêd Xwe guhdarîyê hîn bû.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye,


Û wanrʼa got: «Eva xûna Min e bona peymanê, ku bona geleka tê rʼêtinê.


eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe eʼfirandîye û bi destê Xwe xwey dike Rʼêberê xilazbûna wan bi cefa kʼamil bikira, wekî gelek law tʼevî rʼûmeta Îsa bikirana.


çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim.


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê we,


Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite