Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 20:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Hingê dîya kurʼêd Zebedî tʼevî her du kurʼêd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Hingê diya kurên Zebedî bi kurên xwe re nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan û ji wî xwest ku tiştekî ji bo wê bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Һьнге дийа кӧрʼед Зәбәди тʼәви һәр дӧ кӧрʼед хԝә һатә щәм Иса, хԝә авитә ньге Ԝи тьштәк же дьхԝәст.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هِنگه داییگا گورِت زِبِدی گَل دو گوره خو هاتَ لاره عیسی و پِشیا وی کَتَ سَر چُکا گو دِشدَگه وی بِخازیت.

Gade chapit la Kopi




Metta 20:20
10 Referans Kwoze  

Hingê yekî kʼotî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî».


Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir.


Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Ûsiv û dîya her du kurʼêd Zebedî li nav wanda bûn.


Li wê derê kʼulfet jî hebûn, ku dûrva li vê yekê dinihêrʼîn. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya her du bira, Aqûbê biçʼûk û Yûsês û usa jî Seloma nav wanda bûn.


çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.


Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn.


Lê ew kʼulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!»


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite