Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 20:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 û wî bidin destê miletan, da ku tinazên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin. Û roja sisiyan ewê ji nav miriyan rabe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 у Ԝи бьдьнә дәсте нәщьһуйа, ԝәки ԛәрфе хԝә ль Ԝи бькьн, бьдьн бәр ԛамчийа у хач кьн. Ле рʼожа сьсийа Әԝе жь мьрьне рʼабә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 و دیه اَوی تسلیمی قَومه گو یهودی نینِن بِگَن گو پِکَنی له بِتَ گِرِن و شَلاقا بُخُت و خاچِوَ وَبیت. بله اَو دیه له رُژا سِیه رابیت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 20:19
30 Referans Kwoze  

Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pʼîyêd xwe girêda û got: «Rʼuhʼê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›».


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.


Serê sibehê zû serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya, qanûnzana û tʼemamîya civîna giregirarʼa şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato.


Hingê hineka destpêkir tʼûyî Wî kirin, rʼûyê Wî nixamtin, dane ber kʼulma û jêrʼa gotin: «De pʼêxembertîyê bike!» Nobedara jî Ew bir û dane ber şemaqa.


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin.


Hingê Pîlato Barabas wanarʼa berʼda, lê Îsa da ber qamçîya û da destê wan ku bê xaçkirinê.


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Pîlato xwest ku eʼlalet rʼazî kira, Barabas bona wan berʼda. Û Îsa da ber qamçîya û da destê wan, wekî bê xaçkirinê.


Ewê bikʼeve destê necihûya, wê qerfê xwe lê bikin, bêhurmet kin, tʼûkinê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite