Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 2:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Әԝ жи чунә бажаре кӧ жерʼа Ньсрәт дьготьн ле һеԝьрин. Әв йәк аһа бу, кӧ әԝ готьна бь заре пʼехәмбәра бе сери кӧ дьбежә: «Әԝе ньсрәти бе готьне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و شَهرَگه دا گو ناوه وه ناصِره بو جی گِرت. اَو شُلَ قَوِمی گو قِسا پِیغَمبَرا بِتَ جی گو گُته بون ’ناصِری‘ دیه بِتَ گاز گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 2:23
20 Referans Kwoze  

«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewêd ku li wir bûn: «Evê han jî tʼevî Îsayê Nisretê bû».


Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember bê sêrî ku dibêje:


Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Pîlato tʼextek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, PʼADŞÊ CIHÛYA».


Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê».


Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li Îsayê Nisretê!» Îsa gote wan: «EZ IM». Cihûdayê ku nemamîya Wî kiribû jî tʼevî wan bû.


Gava Ûsiv û Meryemê her tişt li gora Qanûna Xudan kirin, vegerʼîyane Celîlê, bajarê xwe Nisretê


Meha şeşada Xwedê milyakʼet Cibrayîl şande bajarekî Celîlê ku navê wî Nisret bû,


Eʼlaletê got: «Eva Îsayê Pʼêxember e, ji Nisreta Celîlê».


Û wan rʼojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhʼenna çʼemê Ûrdunêda hate nixumandinê.


Wîrʼa gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite