Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 19:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

29 Her kesê ku di ber navê min de dev ji mal, an xwişk, an bira, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe berdaye, wê sed qatî li wan bistîne û jiyana herheyî par bistîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 У һʼәмуйед кӧ мала хԝә, йан бьред хԝә, йан хушкед хԝә, йан баве хԝә, йан дийа хԝә, йан жьна хԝә, йан зарʼед хԝә, йан әʼрдед хԝә бона наве Мьн һьштьнә, әԝе сәд ԛат бьстинә у ԝе жийина һʼәта-һʼәтайе жи ԝар бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 و هَچی کَسه بَر خاطره ناوه مِن مال آن بِرا آن خوشگ آن باب آن داییگ آن زارو آن مِلکه خو بَردَت، صد جارا هِند دیه بِستِنیت و ژیانا اَبَدی دیه بُ وی بِتَ دایین.

Gade chapit la Kopi




Metta 19:29
25 Referans Kwoze  

Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


«Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zarʼêd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe zeʼftir hʼiz neke, nikare bibe şagirtê Min.


Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.


Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin.


Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku çʼeʼva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivrʼa derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî hʼiz dikin».


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Hingê yek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Ez çi qencîyê bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».


Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî.


Çimkî ewana bona navê Mesîh kʼetine rʼê û tʼu tişt ji nebawera nestandine.


Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn.


Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite