Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 19:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Wê gavê Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 Hingê Petrûs li Îsa vegerand û got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine. Îcar wê ji bo me çi hebe?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ԝе гаве Пәтрус ле вәгәрʼанд у готе: «Аԝа мә һʼәму тьшт һьштийә у пәй тә һатьнә, ле ахьрийа мә ԝе чаԝа бә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 پاشه پِطرُس گُت: «بَرخوده، مَ همو دِشد بَردایَ و اَم دوو تَدا هاتنَ. بَجا دیه چه بِگَهَشیتَ مَ؟»

Gade chapit la Kopi




Metta 19:27
17 Referans Kwoze  

Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn.


Petrûs got: «Awa me her tiştêd xwe hiştine û pey Te hatine».


Ewî li bavê xwe vegerʼand û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez terʼa xulamtîyê dikim û ji gurʼa te qet dernekʼetime, te qet karek jî nedaye min ku min tʼevî heval-hogirêd xwe kʼêf bikira.


Hingê Petrûs destpêkir jêrʼa got: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey Te hatine».


Çaxê Îsa rʼêda çû, Lêwîyê kurʼê Halfawo li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.


Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe?


wekî tʼu qûl-bende li ber Xwedê pê xwe nefirʼe.


Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê Xwedê her tiştî dikare bike».


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite