Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 19:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Îsa bersîva wî da: «Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, her tiştê xwe bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Иса готе: «Һәгәр тӧ дьхԝази кʼамьл би, һәрʼә һәбука хԝә бьфьрошә бьдә фәԛира, һьнге хьзна тә ԝе ль әʼзмана һәбә. У пәй мьн ԝәрә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 عیسی جیواب دا وی: «هَگو تِ دِخازی کامِل بی، هَرَ و هَچی دِشدا تَ هَیَ بِفرُشَ و بِدَ فقیر و ژارا گو اَسمانی دا تَیه خِزینَ هَبیت. هِنگه وَرَ و بِکَوَ دوو مِدا.»

Gade chapit la Kopi




Metta 19:21
31 Referans Kwoze  

Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Û Îsa hʼemûyarʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke û her rʼoj xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.


Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rʼind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be.


Pey wê yekêrʼa Îsa derkʼet, li cîyê xerchildanê xercgirekî rʼûniştî dît ku navê wî Lêwî bû û gotê: «Pey Min were».


Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.


Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Çaxê Îsa rʼêda çû, Lêwîyê kurʼê Halfawo li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.


Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin».


Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».


Xort jêrʼa got: «Min ev hʼemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?»


Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite