Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 18:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêrʼa bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pʼûtpʼarist û xercgira.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Ле һәгәр әԝи гӧһдарийа ԝан жи нәкьр, щьвинерʼа бежә. У һәгәр гӧһдарийа щьвине жи нәкьр, бьра әԝ бона тә бьбә мина пʼутпʼарьст у хәрщгьра.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 هَگو نَخاست گوهه خو بِدَتَ وان، بِژَ کلیسایه؛ و هَگو اَوی قَبول نَگِر گوهه خو بِدَتَ کلیسایه ژی، هِنگه اَو بِلا بُ تَ بینا بیانی آن باجگِرَگه بیت.

Gade chapit la Kopi




Metta 18:17
27 Referans Kwoze  

Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Min werʼa neʼmêda nivîsîbû, ku tʼevî qava nebin.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


Awa hʼemû xercgir û gunekʼar nêzîkî Wî dibûn, ku guhê xwe bidana ser gotinêd Wî.


Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».


Ewê fêrisî tʼenê sekinîbû xweda guman bi vî cûrʼeyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku tʼalanîyê, neheqîyê, zinêkʼarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me.


Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin?


Gava ku hûn dua dikin, mîna pʼûtpʼarista pʼirʼxeber nebin. Wana tʼirê bona pʼirʼ xeberdana wan duayêd wanê bêne bihîstinê.


Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Gelo eva kʼarê kirinê ye, gava yek ji we, nava wî û birê wîda deʼw-doz pêşda tê, turuş dike li ber nepʼaka wê yekê dide safîkirinê, ne ku li ber cimeʼta Xwedê?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite