Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 16:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Һьнге Иса шагьртед Хԝәрʼа гот: «Һәгәр йәк дьхԝазә ль пәй Мьн бе, бьра хԝә инкʼар кә, хаче хԝә һьлдә у ль пәй Мьн бе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 پاشه عیسی بَرخودا شاگِردا و گُت: «هَگو کَسَگ بِخازیت دوو مِدا بِت، دِبی خو حاشا گَت و خاچا خو راگَت و دوو مِدا بِت.

Gade chapit la Kopi




Metta 16:24
18 Referans Kwoze  

Ewê ku xaçê xwe hilnade pey Min nayê, ew ne hêjayî Min e.


Û kʼî ku xaçê xwe hilnede pey Min neyê, ew nikare bibe şagirtê Min.


Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».


Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê


Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkʼete wî cîyê ku jêrʼa dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota».


wekî van tengasîyada tʼu kes ji we nelikʼume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne.


Çaxê ew derkʼetine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimhʼûn bû, pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Wî hilde.


Şimhʼûnê ji Kûrênê, bavê Skender û Rʼûfo wirrʼa derbaz dibû, ku ji kʼewşên dihat. Eskera pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Îsa hilde.


Û gava eskera Ew dane pêşîya xwe birin, yekî kûrênî navê wî Şimhʼûn, ku ji kʼewşên dihat, ew girtin û xaç danîne ser milê wî, ku li pey Îsa bibe.


Wî ev yek got, da eʼyankirinê ku ewê bi çi cûrʼe mirinê rʼûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêrʼa Wî Petrûsrʼa got: «Pey Min were».


Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»


Belê hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa kʼişand û nexşek werʼa hişt, wekî hûn pʼêgeha Wîda herʼin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite