Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 16:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Û Ezê kʼilîtêd Pʼadşatîya Eʼzmana bidime destê te û çi ku tu li ser eʼrdê girêdî, eʼzmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser eʼrdê vekî, eʼzmanada jî wê vekirî be».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Ezê mifta Padîşahiya Ezmanan bidim te, tu her çi li ser erdê girêdî, ewê li ezmanan jî bê girêdan û tu her çi li ser erdê vekî, ewê li ezmanan jî bê vekirin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 У Әзе кʼьлитед Пʼадшатийа Әʼзмана бьдьмә дәсте тә у чь кӧ тӧ ль сәр әʼрде гьреди, әʼзманада жи ԝе гьредайи бә у чь кӧ тӧ ль сәр әʼрде вәки, әʼзманада жи ԝе вәкьри бә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 اَزه کلیده پادشاهیا اَسمانی بِدَمَ تَ. اَو دِشدا گو تِ سَر عَردی گِردَی، ناو اَسمانی دا دیه بِتَ گِردان و اَو دِشدا گو تِ سَر عَردی وَگَی، ناو اَسمانی دا دیه وَبیت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 16:19
14 Referans Kwoze  

Ez rʼast werʼa dibêjim, çi ku hûn ser eʼrdê girêdin, li eʼzmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser eʼrdê vekin, li eʼzmên jî wê vekirî be.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Hûn gunêd kʼê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd kʼê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê».


Hʼukumê van heye, ku rʼojêd pʼêxembertîya xweda eʼzmên dadin, wekî baran nebare. Usa jî hʼukumê wan li ser ava heye, ku wan bikine xûn û kʼengê jî bixwazin, dikarin her cûrʼe bela bînine serê dinê.


Heger hûn tiştekî dibaxşînine yekî, ez jî tʼevî we me. Û heger tiştekî baxşandinê hebe, bona we li ber dîndara Mesîh dibaxşînim,


Milyakʼetê pênca li borʼîyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji eʼzmên kʼete ser rʼûyê eʼrdê û kʼilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêrʼa hate dayînê.


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite