Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 16:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Şagirta hingê feʼm kir, wekî Ewî bona hevîrtirʼşkê nan wanrʼa negot, ku hʼevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Hingê wan fêm kir ku ew nabêje li hember hevîrtirşkê nên hay ji xwe hebin, lê ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan xwe biparêzin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Шагьрта һьнге фәʼм кьр, ԝәки Әԝи бона һәвиртьрʼшке нан ԝанрʼа нәгот, кӧ һʼәвза хԝә бькьн, ле жь һинкьрьна ферьси у садуԛийа.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 هِنگه شاگِردا فام گِرِن گو راستا اَو دِشده گو فَریسیا و صَدّوقیا دَرس دِدان اَو هیشیار گِرِن، نه راستا هِوِنا نانی.

Gade chapit la Kopi




Metta 16:12
7 Referans Kwoze  

Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


(çimkî sadûqî dibêjin ne rʼabûna mirîya heye, ne milyakʼet, ne jî rʼuhʼ, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin).


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Hûn çawa feʼm nakin, wekî Min bona nan werʼa negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».


Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite