Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 16:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêrʼibînin û jê xwestin ku ji eʼzmana nîşanekê nîşanî wana ke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Hingê Fêrisî û Sadûqî hatin ba Îsa û ji bo ku wî biceribînin, jê xwestin ku ji ezmên nîşanekê raberî wan bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ферьси у садуԛи һатьнә щәм Ԝи кӧ Ԝи бьщерʼьбиньн у же хԝәстьн кӧ жь әʼзмана нишанәке нишани ԝана кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 عالِمِت فِرقا فَریسیا و صَدّوقیا هاتنَ لاره عیسی گو اَوی امتحان گَن. بَهنده نیشانَگه اَسمانی ژه وی خاستِن گو نیشا وان بِدَت.

Gade chapit la Kopi




Metta 16:1
33 Referans Kwoze  

Hineka jî Ew dicêrʼiband, nîşanêd eʼzmên ji Wî dixwestin.


Petrûs û Yûhʼenna hê cimeʼtêrʼa xeber didan, kʼahîna û serwêrê nobedarêd pʼaristgehê tʼevî sadûqîya ser wanda girtin.


Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».


Cihû kʼeremeta dixwazin û yûnan jî serwaxtîyê digerʼin.


Bi vê gotinê Ew dicêrʼibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe li ser eʼrdê nivîsî.


Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn


Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Wî ji Wî pirsîn û gotin:


Ewî ku fêlbazîya wan zanibû wanarʼa got:


Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?»


Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn:


Lê durʼûtîya wan ku Îsava eʼyan bû got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin? Minrʼa zîvekî bînin ku Ez bibînim».


Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêrʼibînin: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku mêr jina xwe berʼde?»


Rʼoja din ku pey rʼoja tʼivdarekkirinê bû, serekêd kʼahîna û fêrisîya li cem Pîlato civîyan


«Qanûnzan û fêrisî li ser kʼursîya Mûsa rʼûniştine.


Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, wê rʼojê hineke ji wan hatine cem Îsa jê pirsîn


Îsa qelpîya wan zanibû û got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin, durʼûno?


Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin.


Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û bona cêrʼibandinê jê pirsîn: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku bona her meʼnîkê mêr jina xwe berʼde?»


Hingê fêrisî û qanûnzanêd Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê:


Lê fêrisî derkʼetine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa Wî bidine kuştinê.


Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»


Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite