Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 14:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Гава рʼожа буйина Һеродәс һат, ԛиза Һеродийайе шайийеда бона ԝан рʼәԛьси у дьле Һеродәс гәләки хԝәш һат.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بله رُژا جَشنا دُنیا هاتنا هیرودیس، گِجا هیرودیا ناو مجلِسه دا رَقِصی و وِسا دله هیرودیس کَیف خوش گِر

Gade chapit la Kopi




Metta 14:6
21 Referans Kwoze  

Çimkî Hêrodes xwexa Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûhʼenna jêrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu jina birê xwe bistînî». Hêrodes jî kʼerbî Hêrodîyayê Yûhʼenna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê.


û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.


Lê gava Yûhʼenna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û hʼemû xirabîyêd ku wî dikirin,


Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû,


Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda.


Ewî sond xwar û gote qîzikê: «Tu çi bixwazî ezê bidime te».


Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».


Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».


Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,


û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.


Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje».


Gava pê hʼesîya, ku Ew bin hʼukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan rʼojada hatibû Orşelîmê.


Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Wan çaxada Hêrodes pʼadşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite