Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 14:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Чьмки Һеродәс Йуһʼәнна гьртьбу гьредабу у авитьбу кәле, рʼуйе Һеродийа жьна Филипойе бьре хԝәда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 و بله هیرودیسه حاکِم بَر خاطره هیرودیا گو ژِنا بِرایه وی فیلیپُس بو، یحیا گِرته بو و اَو زنجیر گِره بو و هاوِته بو زیندانه دا.

Gade chapit la Kopi




Metta 14:3
18 Referans Kwoze  

Çimkî Hêrodes xwexa Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûhʼenna jêrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu jina birê xwe bistînî». Hêrodes jî kʼerbî Hêrodîyayê Yûhʼenna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê.


Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê.


Gava qîza Hêrodîyayê kʼete hindurʼ û rʼeqisî, ev yek li dilê Hêrodes û tʼeglîfkirîyêd li ser sifrê rʼûniştî xweş hat. Hingê pʼadşê gote qîzikê: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te».


Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû,


Gava Yûhʼenna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd xwe şandine cem Wî


Wî çaxî hinek hatin bona wan celîlîya Îsarʼa gotin, xûna kʼîjana Pîlato tʼevî xûna qurbanêd wan kiribû.


Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat.


Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».


Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».


Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,


û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.


Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje».


Gava pê hʼesîya, ku Ew bin hʼukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan rʼojada hatibû Orşelîmê.


Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Wan çaxada Hêrodes pʼadşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite