Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 13:52 - Peymana Nû (Încîl)

52 Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

52 Hingê wî ji wan re got: «Ji ber vê yekê her Şerîetzanê ku li ser Padîşahiya Ezmanan hatiye perwerdekirin, mîna malxwê malê ye ku ji xezîna xwe tiştên nû û kevin derdixe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

52 Әԝи жи ԝанарʼа гот: «Бона ве йәке һәр ԛанунзанәк кӧ Пʼадшатийа Әʼзмана һин буйә, мина мәрьвәки хԝәйимьлкʼ ә, кӧ жь хьзна хԝә тьштед кәвьн у ну дәрдьхә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

52 عیسی گُت: «بَهنده هر ماموستایَگه تَوراته گو بُ پادشاهیا اَسمانی هاته بیتَ گَهَشتِن، وَگو خُدانه مالَگه یَ گو ناو خِزینا خودا دِشده تازَ و گَون تینیتَ دَروَ.»

Gade chapit la Kopi




Metta 13:52
31 Referans Kwoze  

Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.


Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe.


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.


û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa surʼa Mesîh feʼm dikim.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.


Îsa ji wan pirsî: «We ev hʼemû tişt feʼm kirin?» Wana jêrʼa got: «Belê».


Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite