Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 13:47 - Peymana Nû (Încîl)

47 Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

47 «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Tora ku her cûreyê masiyan dicivîne, tê avêtin nav deryayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

47 Диса Пʼадшатийа Әʼзмана мина ве йәке йә: Тʼорʼәк те авитьне нава бәʼре у һʼәму щурʼә мәʼси дькʼәвьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

47 «و دیسا پادشاهیا اَسمانی بینا تُرَگه یَ گو تاوِژِنَ ناو بَحره دا و همو جورَ ماسی دِکَوِنَ ناودا.

Gade chapit la Kopi




Metta 13:47
33 Referans Kwoze  

Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin.


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.


usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî».


Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe.


Gava durʼekî pʼirʼ qîmet dibîne, diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî durʼî dikʼirʼe.


Gava tʼorʼ tʼijî dibe, dikʼişînine devê beʼrê û rʼûdinîn meʼsîyêd kêr dibijêrin dikine derdana, lê yêd bêkêr wêda davêjin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite