Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 13:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Lê ji ber ku rayê wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ле рʼаԝ кӧ нава ԝанда тʼӧнәнә, дьреж тʼаԝ накьн. Гава бона хәбәре рʼасти тәнгасийа йан зерандьне тен, әԝ зу жь рʼе дькʼәвьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بله چون ناو ویدا رَه نَگِرتیَ، تِنه مدَتَگه گِم دَوامه تینیت و وقته بَر خاطره کلاما خدا، بَلا آن اَذیَتَگ بُ وی چه دِبیت، اَو جیدا دِکَویت.

Gade chapit la Kopi




Metta 13:21
47 Referans Kwoze  

Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,


Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


Û ez vê yekêda guman im, Ewê ku dilê weda dest bi şixulê Xweyî qenc kirîye, wê hʼeta Rʼoja hatina Mesîh Îsa jî bigihîne sêrî.


Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû.


Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûn li Min digerʼin, ne ku bona wê yekê, ku we nîşan dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwar û tʼêr bûn.


Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.


lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, ew dirêj tʼaw nakin. Û gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji rʼê dikʼevin.


Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez tʼu car ji Te naçim».


Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›.


Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.


Bi vî awayî ew ji Wî çûn, lê Îsa wanarʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-miskʼenê xweda».


Lê çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.


Ewêd li eʼrdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin.


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite