Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 13:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî wê jê bê standin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Чьмки кʼерʼа кӧ һәйә, ԝе һе ле зедә бә у сәрда бьрʼьжә у кʼерʼа кӧ тʼӧнә, чь һәйә жи ԝе же бе стандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 چون بُ اَو کَسه گو هَیَ، گَلَکتِر دیه بِتَ دایین گو زِدَتِر هَبیت، بله ژه وه مِرُوه گو چِنینَ، اَو دِشدا گو هَیَ ژی دیه بِتَ اِستاندِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 13:12
17 Referans Kwoze  

Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.


Awa dîna xwe bidinê ku hûn çawa dibihên, çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, ewê ku wî tʼirê heye jî, wê jê bê standinê».


Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.


Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›.


Lê tʼenê tiştek lazim e, ew pʼara qenc jî Meryemê xwerʼa bijart û ji wê nayê standinê».


Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê.


De îjar xweyê rʼez wê çi bike? Ne ewê bê qirʼa rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din?


Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.


Lê belê ew hê kʼeremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite