Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 13:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әԝи ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Ԝәрʼа һатийә дайине кӧ һун сӧрʼед Пʼадшатийа Әʼзмана бьзаньбьн, ле ԝанарʼа нәһатийә дайине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 عیسی جیواب دا وان: «زانینا سِرّت پادشاهیا اَسمانی بُ وَ هاتیَ دایین، بله بُ وان نَهاتیَ دایین.

Gade chapit la Kopi




Metta 13:11
40 Referans Kwoze  

Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Îsa wanrʼa got: «Her kesîrʼa ev yek dest nade, lê tʼenê wanrʼa kʼîjanarʼa hatîye dayînê.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.


Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Kʼa bibihên, ez surʼekê werʼa bêjim: Em hʼemûyê nemirin, lê em hʼemûyê jî bêne guhastinê,


Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.


Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê».


Rʼastîya bawerîyêye eʼyanbûyî bi îsafa rʼihʼet xwey kin.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê,


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim,


Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe?


Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê.


Heger merivek bixwaze eʼmirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.


Wê gavê şagirtêd Wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi mesela Tu wanarʼa xeber didî?»


Ewî wanarʼa got: «Rʼast e hûnê wê kʼasa Min vexwin, lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa alîyê Bavê Minda hatine hazirkirinê».


lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa hatine hazirkirinê».


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite