Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:50 - Peymana Nû (Încîl)

50 Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

50 Çimkî kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

50 Чьмки кʼи кӧ хԝәстьна Баве Мьни әʼзмана бинә сери, әԝ ә бьре Мьн, хушка Мьн у дийа Мьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

50 چون گو هَچی کَسه داخازیا بابه مِن گو اَسمانی دایَ بینیتَ جی، بِرا و خوشگ و داییگا مِنَ.»

Gade chapit la Kopi




Metta 12:50
38 Referans Kwoze  

Ewî jî li wan vegerʼand û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin».


Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye».


Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Dinyayê jî derbaz be, havijîya wê jî, lê ewê ku eʼmirê Xwedê diqedîne wê hʼeta-hʼetayê bimîne.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


pîra çawa dîya xwe, kʼulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê hʼelal.


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane.


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.


Hingê destê Xwe dirêjî şagirtêd Xwe kir û got: «Va ne dê û birayêd Min!


Wê rʼojê Îsa ji malê derkʼet, li devê golê rʼûnişt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite