Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:46 - Peymana Nû (Încîl)

46 Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

46 Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

46 Һе Әԝи әʼлаләтерʼа хәбәр дьда, ва дийа Ԝи у бьрайед Ԝи ль дәрва сәкьнин, дьхԝәстьн тʼәви Ԝи хәбәр дана.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 هَ وه حالیدا گو عیسی هِشتا گَل خلقه قِسَ دِگِر، داییگ و بِرایِت وی دَروَ راوَستا بون و دِخاستِن گَل وی قِسَ گَن.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:46
26 Referans Kwoze  

Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman.


Birêd Wî jî bawerîya xwe jê nedanîn.


birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.


Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.


Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.


Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.


Lê çaxê birêd Wî hevraz çûne cejinê, Ew jî rʼabû çû wir, ne ku aşkere, lê bi dizîva.


Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan».


Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Tʼu kes pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hevva herʼe.


Dîya Wî berdestîyarʼa got: «Çi ku werʼa bêje, bikin».


Dê û bavê Wî ser tiştêd ku Şimhʼûn bona Wî digotin, zendegirtî mabûn.


Du rʼoja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda deʼwatek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû,


Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin.


û gotê: «Rʼabe, Kurʼik û dîya Wî hilde û herʼe welatê Îsraêlê, çimkî ewêd pey Kurʼik kʼetibûn ku bikuştana mirine».


çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.


Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû.


Li ber xaçê Îsa dîya Wî, xatîya Wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî sekinî bûn.


Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat?


Yekî jêrʼa got: «Va dîya Te û birayêd Te derva ne û dixwazin tʼevî Te xeber din».


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite