Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

34 Hey nifşê koremaran! Hûn bi xwe xerab in, çawa hûnê bikarin tiştên qenc bêjin? Çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

34 Чʼежькед мәʼра! Һун чаԝа дькарьн ԛәнщ хәбәр дьн, һәгәр һун хьраб ьн? Чьмки дьл чьва тʼьжи йә зар жи әԝе дьбежә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 اَی نَسلا اَفعیا، اون گو پیسِن، چاون دِگارِن قِسه قَنج بِژِن؟ چون گو اَزمان ژه اَو دِشدا گو دل ژه وه سَررِژَ، قِسَ دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:34
28 Referans Kwoze  

Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dihʼerʼimînin.


Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan.


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Gelek dihatine cem Yûhʼenna, ku ji wî bêne nixumandinê. Ewî wanrʼa digot: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Usa jî gotinêd bêmeʼrîfetî, yan bêfeʼmî, yan hʼenekêd qelpê xirab, ku li we nakʼevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî.


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite