Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

32 Kî ku li dijî Kurê Mirov gotinekê bêje wê li wî bê bihûrtin, lê kî ku li dijî Ruhê Pîroz gotinekê bêje ne li vê dinyayê û ne jî li dinya ku bê, li wî nayê bihûrtin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

32 Кʼи тьштәки мьԛабьли Кӧрʼе Мерьв бежә, ԝе бе бахшандьне, ле һәгәр йәк һьндава Рʼӧһʼе Пирозда бежә, ль ԝи найе бахшандьне, нә ве дьне нә жи ԝе дьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 هَچی کَسه قِسَیَگه له ضِدّ گوره انسان بِژیت، دیه بِتَ بَخشین، بله هَچی کَسه بُ رِحا مُقدسا خدا کُفره بِژیت نایِتَ بَخشین، نه وی زَمانَیی دا و نه زَمانه پاشوَقتیه دا.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:32
35 Referans Kwoze  

lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, tʼu car li wî nayê baxşandinê. Ewê bi wî guneyî hʼeta-hʼetayê sûcdar be».


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin.


Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,


Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.


Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê.


Û kʼî ku tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼ bêje, li wî nayê baxşandinê.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe».


Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.


û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zarʼa û eʼrda tʼevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».


Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›.


Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».


Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye».


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in.


Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be.


Ez rʼast werʼa dibêjim, her gune û her gotina xirab ku bêjin wê li bendêd dinê bêne baxşandinê,


Û axa pesinê wekʼîlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd rʼonayê serwaxttir in.


wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite