Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Heger mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava pʼadşatîya wîda bêtʼifaqî heye, îdî pʼadşatîya wî wê çawa bimîne?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Eger Îblîs Îblîs derxe, di nav wî de dubendî heye. Êdî padîşahiya wî wê çawa bimîne?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Һәгәр мирещьн хԝәха хԝә дәрдьхә, кӧ ӧса йә нава пʼадшатийа ԝида бетʼьфаԛи һәйә, иди пʼадшатийа ԝи ԝе чаԝа бьминә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 هَگو شیطان، شیطانی دَرخینیت، رابویَ له ضِدّ خو؛ بَجا چاون سَلطَنَتا وی دیه بَردَوام بِمینیت؟

Gade chapit la Kopi




Metta 12:26
13 Referans Kwoze  

Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Milyakʼetê pênca tʼasa xwe rʼête ser tʼextê ceʼnewir û teʼrîstanî hate ser pʼadşatîya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Milyakʼetê gelîyê hey-wayê li ser wan pʼadşa bû, ku navê wî bi îbranî «Abadûn» bû, bi yûnanî «Apolîyon», ku tê feʼmkirinê: «Wêrankir».


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.


Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,


Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.


Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe».


Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite