Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 «Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 «Va ye xulamê min ê ku min bijartiye, Yê ku ez jê hez dikim û bi dilê min e. Ezê Ruhê xwe deynim ser wî Û ewê edaletê bi miletan bide zanîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 «Ва йә хӧламе Мьн, йе кӧ Мьн бьжартийә у һʼьзкьрийе Мьни кӧ Мьн бәгәм кьрийә. Әзе Рʼӧһʼе Хԝә дайньмә сәр Ԝи у Әԝе мьләтарʼа һәԛийе әʼлам кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 «اَوَیَ خِذمَتکاره مِن گو مِن اَو بِژارتیَ عزیزه مِن گو جانه مِن ژه وی گَلَک راضیَ. اَزه رِحا خو دانِمَ سَر وی و اَو دیه عدالته بُ قَومه دیتِر بِدَتَ بیهیستِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:18
40 Referans Kwoze  

«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me».


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û ji Tîmotʼêyoyê bira,


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Û cimeʼt sekinîbû dinihêrʼî. Serwêra jî qerfê xwe li Wî dikirin û digotin: «Xelq xilaz kirin, de bira Xwe jî xilaz ke, heger Ew e Mesîh, bijartîyê Xwedê».


Û ji wî eʼwrî dengek hat û got: «Ev e Kurʼê Min, Bijartîyê Min! Guhdarîya Wî bikin!»


û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».


Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»


Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me».


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite