Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 11:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Û tu hey Kefernahûm! Ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê miriyan herî xwarê! Eger ew kerametên ku li nav te hatin kirin, li Sodomê bihatana kirin, ewê heta îro li cihê xwe bima.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 У тӧ Кәфәрнаһум, тә тʼьре те һʼәта әʼзман бьльнд би? Ле те һʼәта дийаре мьрийа һәрʼи хԝаре! Һәгәр әԝ кʼәрәмәтед кӧ нав тәда ԛәԝьмин Содомеда бьԛәԝьмийана, әԝе һʼәта рʼожа иройин бьма.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و تِ، اَی کَفَرناحوم، ما حَتا اَسمانی دیه بِلند بی؟ چه جارا، بَلگو حَتا ناوَگا جَهنَمه دیه ژُردا بِچی. چون هَگو مُعجِزِت گو ناو تَدا قَوِمین ناو سُدومه دا قَوِمی بان، حَتا ایرو دیه جیه خودا مابا.

Gade chapit la Kopi




Metta 11:23
30 Referans Kwoze  

Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû.


Cinyazêd wan wê li ser meydana wî bajarê mezin avîtî bin, li wî cîyê ku Xudanê wan her duya hate xaçkirinê, ku bi meʼna rʼuhʼanî jêrʼa «Sodom» û «Misir» tê gotinê.


Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.


çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize.


Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Ez terʼa dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe.


Gava Îsa kʼete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê:


Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda.


Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›».


Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona pʼaristgehê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?»


Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzmên bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê!


Ewî ev yek hê pêşda dît û bona rʼabûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê birʼize.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. Hʼukum wîrʼa hate dayînê ser pʼareke ji çar pʼarêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya hʼal û rʼeʼwirêd dinyayê wan bikuje.


Beʼrê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite