Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 11:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Yûhʼenna hat, ne dixwar, ne vedixwar û digotin: ‹Cin wîda heye›.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Çimkî Yûhenna hat, ne dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê ew dibêjin: ‹Ew bi cinan ketiye.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Йуһʼәнна һат, нә дьхԝар, нә вәдьхԝар у дьготьн: ‹Щьн ԝида һәйә›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون گو یحیا هات گو نه دِخُت و نه دِوَخُت؛ اَو دِبِژِن: ”جن هَیَ.“

Gade chapit la Kopi




Metta 11:18
17 Referans Kwoze  

Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Kʼincê Yûhʼenna ji pirʼçʼa devê bû û qayîşeke çʼerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû.


Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»


Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?»


Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?


Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min herʼe.


Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike».


Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe».


û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ gotin, we şîn nekir›.


Û ew qanûnzanêd ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: «Belzebûl Wîda heye! Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe!»


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite