Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 10:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Шьмһʼуне ԝәлатпʼарьст у Щьһудайе Исхәрйоти, әԝе кӧ нәмамийа Иса кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 شَمعونه وَلاتپارِز و یهودایه اَسخَریوطی گو خیانت عیسی گِر.

Gade chapit la Kopi




Metta 10:4
19 Referans Kwoze  

Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna


Wextê şîvxwarinê, mîrêcin qelpê xirab avîte dilê Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî, ku nemamîya Îsa bike.


Wî ev yek bona Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî digot, çimkî rʼast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira.


Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîyada eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse.


Hingê mîrêcin kʼete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû.


Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yekî ji her donzdeha, çû cem serekêd kʼahîna, wekî Îsa bide destê wan.


Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, pʼoşman bû, ew sî zîv vegerʼande serekêd kʼahîna û rʼûspîya


wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe».


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».


û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê.


Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku kʼî bawer nake û kʼî ye ewî ku wê nemamîya Wî bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite