Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 10:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 «Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ва Әз ԝә дьшиньм чаԝа пәз нава гӧра. Иди мина мәʼра сәрԝахт бьн у мина кәвотка дьлсах.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 «بِزانِن گو اَز وَ وَگو پَزی ره دِگَمَ ناو گْرادا. بَهنده وَگو مارا شارَزا بِن و بینا گُترا صاف و سادَ.

Gade chapit la Kopi




Metta 10:16
25 Referans Kwoze  

Herʼin, Ez va we mîna berxa dişînime nava gura.


wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana,


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


Ji her cûrʼe xirabîyê dûr kʼevin.


Û ev yek ne tiştekî eʼcêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyakʼetê rʼonayîyê.


Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Em hʼevza xwe ji vê yekê jî dikin, ku nebe yek vî qulixê meyî merʼddayînêda me lomekʼar ke.


Va ye Min pêşda werʼa got.


Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?


Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfeʼm.


lê serwaxta tʼevî çʼira rʼûn jî derdanada xwerʼa hildan.


Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev rʼûn wê tʼêra me û we neke. Qenc e ku hûn herʼine cem yêd ku difiroşin xwerʼa bikʼirʼin›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite