Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 10:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û hʼukum da wan ku rʼuhʼêd hʼeram derxin, hʼemû êş û nexweşîya jî qenc kin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û desthilatî da wan ku ruhên nepak derxin, her cûreyê êş û nexweşiyan qenc bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Иса һәр донздәһ шагьрт гази щәм Хԝә кьрьн у һʼӧкӧм да ԝан кӧ рʼӧһʼед һʼәрам дәрхьн, һʼәму еш у нәхԝәшийа жи ԛәнщ кьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هِنگه عیسی دانزدَه شاگِرده خو گاز گِرِنَ لاره خو و اقتدار دا وان گو بِگارِن رِحِت پیس دَرخینِن و شفایه بِدَنَ هر اِش و نَساخیَگه.

Gade chapit la Kopi




Metta 10:1
26 Referans Kwoze  

Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we.


Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.


Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî:


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Carekê rʼuhʼê xirab li wan vegerʼand û got: «Ez Îsa nas dikim, bona Pawlos jî zanim, lê hûn kʼî ne?»


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e».


Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.


Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû.


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Êvarê tʼev her donzdeha ser sifrê rʼûnişt.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.


Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite