Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 9:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 çimkî wî şagirtên xwe hîn dikirin û ji wan re digot: «Wê Kurê Mirov bidin destên mirovan, ewê wî bikujin û piştî kuştinê bi sê rojan, ewê rabe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 чьмки Әԝи шагьртед Хԝә һин дькьр у ԝанрʼа дьгот: «Кӧрʼе Мерьв ԝе бькʼәвә дәсте мәрьва, әԝе Ԝи бькӧжьн, ле пәй кӧштьнерʼа рʼожа сьсийа ԝе рʼабә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 چون گو اَوی دَرس دِدا شاگِردِت خو و دِگُتَ وان: «گوره انسان دیه تسلیمی دَسته خلقه بیت و اَو دیه وی بُگُژِن. بله اَو پاشه هِنده گو هاتَ گُشتِن، له رُژا سِیه دا دیه رابیت.»

Gade chapit la Kopi




Marqos 9:31
19 Referans Kwoze  

Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»


«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim».


«Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva».


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


û ewê qerfê xwe li Wî bikin, tʼûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite