Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 9:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Wê gavê bavê kurʼik kire qîrʼîn û got: «Ez bawer dikim. Alîkʼarîya nebawerîya min bike!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Wê gavê bavê kurik qîriya û got: «Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Ԝе гаве баве кӧрʼьк кьрә ԛирʼин у гот: «Әз баԝәр дькьм. Аликʼарийа нәбаԝәрийа мьн бькә!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 هَ وه دَمه بابه گورِگی گِرَ هَوار و گُت: «مِن ایمان هَیَ؛ آریکاریا مِن بِگَ گو سَر به ایمانیا خو مسلط بِم!»

Gade chapit la Kopi




Marqos 9:24
21 Referans Kwoze  

Şandîya Xudanrʼa got: «Bawerîya me zêde ke».


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û hʼemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin.


Min bi gelek hêsira, bi gelek kʼeder û kʼesera dilê xwe werʼa nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe kʼevin, lê wekî wê kʼûrayîya hʼizkirina mine hindava xweda feʼm bikin.


Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Û ser kʼulfetêda vegerʼîya, Şimhʼûnrʼa got: «Vê kʼulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin.


piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî rʼamûsan, bi rʼûnê bînxweş jî rʼûn kirin.


Awa weva eʼyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate tʼexsîrkirinê. Çʼare dêst nekʼet, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda.


Petrûs hê ser wê dîtinokê difikirî, Rʼuhʼ jêrʼa got: «Va ne sê merî li te digerʼin.


Îsa wîrʼa got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe».


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite