Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 9:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әԝи жи ԝанрʼа гот: «Рʼаст ә, пешийе Елйасе бе у һәр тьшти ԝе диса бинә щи. Ле чьма һатийә ньвисаре, кӧ Кӧрʼе Мерьв ԝе гәләки щәфе бькʼьшинә у бе беһӧрмәткьрьне?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 عیسی جیواب دا: «دوزَ، اَوِلی الیاس پِیغَمبَر دِت گو همو دِشدی بینا اَوِلی سَراست گَت. بله اَو چاونَ گو راستا گوره انسان هاتیَ نِویساندِن، اَو دِبی گَلَک زَجره بِکِشیت و به قَدِر بیت؟

Gade chapit la Kopi




Marqos 9:12
30 Referans Kwoze  

Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.


Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî


Ji wan neheqêd dardakirî, yekî Îsa bêhurmet dikir û digotê: «Tu ne Mesîh î? De me xilaz ke, Xwe jî pêrʼa».


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Lê Ez werʼa dibêjim, Êlyas hatîye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest».


çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».


«Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya


Gava şagirt hevrʼa cîkî bûn, ji Îsa pirsîn û gotinê: «Xudan, vî zemanîda Tê Pʼadşatîya Îsraêlê li wan vegerʼînî?»


Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêrʼûmetkirinê û bû serê eʼnîşkê›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite